Tîma ZOZAN midaxeleyên hunerî yên xwe dispartin neqandina materyalên dijîtalkirî yên Finke û Emîr, organîze kirin.
Workshop 01
Lisl Ponger

Workshop 02
Songül Boyraz

Songul Poyraz, hunermenda ku li Wiyenayê dijî, Hezîran/Tîrmeha 2022yan di maweya hefteyeke li Vorarlberg, Awistiryayê videoyek çêkir bi endamên civatên kurd ên wê derê re. Di sohbet û performansên muzîkê yên li çend deveran -Muzeya Vorarlberg, Ciwanên Vekirî & Xebatên Çandî li Bregenz û Elewiyên Azad ên li Vorarlberg, Weilerê- li ser çendîn babetên mîna nasname, biyanîbûn, windakirina welêt û bîrê nîqaş kirin. Paşê, hunermendê sohbetên takekesî bi rê ve birin û ev hevpeyvîn di videoyê de tomar kirin. Di film de, ev sohbet bi materyalên ji arşîvên Werner Finke û Mehmet Emir re hatin hûnandin. Tevî materyaşên otobiyografîk ên ji arşîva malbata wê bi xwe, Songul Boyraz filmekî 28 deqîqeyî çêkir bi navê Bibîranîna ZOZANan.
Workshop 03
Rojda Tuğrul

Sêyemîn kargeha bingeh-huner bi serperiştiya hunermend Rojda Tuğrul li Muzeya Jiyan û Hunera Gelêrî ya Awistiryayê (Wiyena) di Mijdara 2022 de pêk hat. Ev kargeh bi kesên tecrubeya wan a bêwarmayî û kesên bîranînên pêşiyên wan î bêwarmayî pê re ne, peyivî. Xebateke dilnizm da destpêkirin ku di nav cîhana em lê dijîn cîhanên cuda bê xeyalkirin.
Beşdarên kargehê hatin handan ku sehekên xwe biemîlînin û bi awayekî afirîner bikevin nav materyalên pirmedyayî yên ZOZANê, hevkariya xêzkirin, wêne, deq, dîroka devkî û tomarên deng û videoyan bikin.
Rojda Tuğrul zor da beşdarên kargehê li ser van pirsan bifikirin: Em çawa dikarin bi welatê em lê dijîn bipeyivin an lê guhdarî bikin? Em çawa dikarin bi welatê nû yê em lê bi cî bûne an mecbûr mane xwe lê bigrin, girêdanekî çêbikin?
Rojda Tuğrul boçûnên hunerî yên “Jinûve-zindîkirin” û “Derbarê Temasê” bi kar anîn. Tuğrul, bi hûrgilî qal kir bê em çawa dikarin hin têkildarîbûn, cudatî û tûşîbûnên di bedena xwe de û bi riya bedena xwe çalak bikin. Li ser sekinî ka gelo xêzkirin dikare bibe rêbazeke sazkirina girêdanên nû wek berdewamiya bîranînên me û afirandina bîranînên nû. Ligel rêbazên din ên “guhdarîkirina kûr”, kargeh li ser şêwandina vebêjeyên şexsî jî hûr bû.
Berhemên hunerî yên bi hevkarî hatin afirandin li Muzeya Hunera Gel a Wiyena hatin pêşkêşkirin bo gel di Kanûna 2022 de.
Workshop 04
Thomas Freiler

Midaxeleya hunerê ya çaremîn a ZOZANê bi serperiştiya Thomas Freiler ji destpêka Adarê heta dawiya Hezîrana 2023yan, li Akademiya Hunerên Bedew, Wiyenayê pêk hat wek parçeyek ji semînera rêbazan, “Fotografî IV.” Xwendekaran koleksiyonên pirmedyayî emilandin da ku fotografiyê kişif bikin di peywenda dijîtalkirin û arşîvkirinê de û li ser girîngiya arşîva etnografîk a ji bo civatên berbehs nîqaş kirin. Ligel nîqaşkirina boçûnên zanistî û hunerî, beşdarên semînerê li ser rengvedanên hunerî yên koleksiyonan sekinîn: fikra bingehîn ew bû ku li ser hîmê materyalê koleksiyonê projeyên hunerî bên sêwirandin û heta dawiya serdemê bên sepandin.
Piştî nîqaşeke berfireh a gotarî ya li ser mijarê, xwendekar tevlî berhemên hunerî yên takekesî û pêvajoyên hunerî yên kolektîf bûn. Parçeyên koleksiyonê bi kurdan û ne-kurdan hat nasandin û di dawiyê de, hatin vexwendin ku beşdarî zindîkirineke kolektîf a karekî malê ya aidî jinan -çelqandina rûn- bibin. Tecrubeya fizikî ya beşdaran bixwe, boçûna desttêdanê ya veguhaztina zanînê û dokumantasyoneke nû ya pirmedyayî ya vê “kargeha rûn” -ku bi serperiştiya Zeynep Kaplan li Akademiya Hunerên Bedew hat çêkirin- nîşan dan ew baweşînka berfireh a tişta mimkun e bi boçûneke bingeh-huner a derbarê bîr, tecrube, nerît û qada civakî. Xebatên takekesî boçûnên cuda yên sosyolojîk û hunerî emilandin.
Workshop 05
Savaş Boyraz
&
Duygu Örs

Pêncemîn kargeha ZOZAN a bingeh-huner bi serperiştiya Savaş Poyraz û kurator Duygu Örs li “Muzeya Rothenbaum – Çand û Hunerên Cîhanê” (bi kurtî: MARKK) pêk hat di Hezîrana 2023 de. Serkêşên kargehê li ser maneya arşîvan û koleksiyonên muzeyan sekinîn; li ser arşîvên heyî û yên dibe ku siberojê bên gotûbêj kirin. Bi dû van pirsan ketin: Em, wek şêniyên koçber ên bajarên modern ên Ewropayê, çawa bi hêmayên rabirdûya xwe ya dûr û nêzîk re têkilî deynin? Li welatekî biyanî em (niha an siberoja nêzîk) çawa riya xwe bibînin? Em ji çi cure repertuwara zanînê îstifade bikin?
Xala destpêkê ya kargehê biserhevkirina serinrakêş a du koleksiyonên pirmedyayî ya li ser jiyana gundewar ên Werner Finke û Mehmet Emir û berhemên etnografîk ên koleksiyona MARKKê bû. Beşdaran naveroka neqandî ya ji koleksiyonên pirmedyayî analîz kirin û ew nîqaş kirin bi çarçoveyeke firehtir a civakî-siyasî de. Ji arşîva xwe ya taybet (wêne, obje) jî parve kirin û maneyên wan î taybet rave kirin. Di gaveke din de, hunermend û curator beşdar teşwîq kirin ku bêtir bi riya teknîkên xêzkirinê hevkariya berhemên hunerî yên kolektîf bikin.
Di pêşangeha “ZOZAN li ser Şopan” a li mekana azmûnger a MARKKê “Zwischenraum” materyal û encamên vê pêrgîbûnê bi avakirineke ku dida ser şopa konên kurdan cî dît. Bi hevbandoriyeke bi lîstik lê rexnegirane, serdêr tên vexwendin ku li ser siyaseta temsiliyet û subjektivîteyê bifikirin di peywendeke arşîvî de.
Pêşangeha ZOZAN: li ser şopan li Zwischenraum (MARKK Hamburg) ji 6ê Cotmeha 2023 heta 7ê Çileya 2024 dom kir.
Workshop 06
Ezgi Erol

Di Mijdara 2023 de, şeşemîn midaxaleya hunerê ya ZOZAN li Schaumbad Grazê bi serperiştiya hunermend Ezgî Erol pêk hat. Beşdar li ser şêwazên bîrê û mekanên bibîranînê sekinîn di ser koleksiyonên pirmedyayî re. Ji şîrovekirin û analîzkirinên wêneyan û materyalên video wêdetir, beşdaran bîranînên xwe yî şexsî yên malbatî û têkiliyên bi Kurdistanê re bi hev re parve kirin. Wekî din, xalên hevpar ên bandorên projeyên mezin ên avahîsaziyê hatin binxêzkirin û bandora wan a li ser xweza û jîngehê hatin qalkirin.
Kargehê, derfetên boçûneke bingeh-huner jî da xuyakirin. Ev afirandina mekaneke hevpar bû ku bîranîn bikaribin bên hevguhertin û şêwazên cuda yên derbirîna hunerî bikaribe bên ceribandin. Nîqaşeke berfireh a gotarkî çêbû piştî berhemên takekesî û di dawiyê de ev berhem anîn ba hev ku berhemeke kolektîf û pêşkêşeke hevpar çêbikin.
Pêşangeha derket holê ZOZAN – T`RÄUME li Schaumbad Freies Atelierhaus Grazê pêk hat ji 20ê Çileyê heta 17ê Sibata 2024.
Workshop 07
DARO

Kargeha ZOZAN a heftemîn a bingeh-huner li Silêmanî (Herêma Otonom a Kurdistana Iraqê) bi serperiştiya kurator DARO û bi hevkariya hunermend Halgurd Ahmed, Hoşang Behcet, Karzan. A. Jan, Leyla Qadir & Kosar Majîd, Niga Salam, Sabah Ahmed û Sruşt Omer pêk hat û ji Kanûna 2023 heta Sibata 2024 dom kir. Kargeh bi kurdî û îngilîzî çêbû û ligel danûstendina online a bi tîma ZOZANê re pêk hat.
Kurator û neh hunermend li ser sedemên koçkirinê (mîna kêmbûna avê ya li Rojhilata Navîn û projeyên bendavan), mijarên cûrbicûr ên hawirdorê, pirsgirêkên awayên nerîtî yên livdariyê, yên mîna koçerî û veguherînên wê û windabûna pergalên zanînê yên girêdayî van hûr bûn. A din, kargeh, wek babeteke sereke ya nîqaş û hunerê, li ser dinyaya xebatê ya jinan sekinî. Parastina mîrata çandî (berî gişan, çanda madî) û şêwandina pergalên bîrê girîngtir bû.
Xala destpêkê ya kargehê du koleksiyonên multî medyayî yên Werner Finke û Mehmet Emir bû. Ev herdu koleksiyon geşedanên civakî-aborî û veguherînên li bakurê Kurdistanê teswîr dikin. Ji bo beşdarên kargehê -giş ji başûrê Kurdistanê- van koleksiyonan gelek nîqaş û lêkolîneke tîr bi xwe re anîn.
Hunermendên beşdar di maweya projeyê de wek kolektîfekê hatin cem hev. Biryar girtin bi rêbaz û boçûnên cuda yên hunerî projeyên hunerî yên takekesî biafirînin.
Di maweya kargehê de û piştî wê berhemên cûrbicûr ên hunerî hatin pêkanîn û di pêşangeheke bi kuratoriya DARO hatin nîşandan, li ESTA Galerî ya li Silêmanî ji 18ê Gulana 2024 heta 18ê Hezîrana 2024.
Workshop 08
Melis Kaya
