Zozan
Mehmet Emir di 1964an de li Dêrsim/Tunceliyê (Tirkiye) çêbûye. Li Akademiya Hunerên Bedew a Wiyenayê wênesazî xwendiye; di warê wênekişêyê de bûye pispor û di qada multimedia de dixebite. Ji 1981ê vir ve li Wiyenayê dijî, û di serdanên xwe ya salane de herêma xwe dokument kiriye.
Bêhizûriya siyasî ya ji 1960î vir ve, zextên asimilasyonê û projeyên bendavên mezin kiriye ku gelek kes ji bajarên rojhilat û başûrrojhilata Tirkiyeyê koç bikin. Îro gelek gund vala ne, hinek tenê havîngeh in ji bo koçberên ku di betlaneyên xwe yî salane de serdana warên lê çêbûne dikin.
Hin gund wek herêmên leşkerî hatine diyarkirin û qedexe ye kes têkeve wir, hinek hatine tehrîbkirin. Mirovên ji gundê Mehmet Emir koçî bajarên mezin ên Tirkiyeyê û Ewropayê kirine, lê hê jî bi riya rûpelên Facebookê yên gundên xwe têkiliya xwe didomînin.
Koleksiyona multimedia ku dokumentên fotografîk, sînematîk û etnomuzîkolojîk ên zêdeyî bîst salan dihewîne, windakirin, adaptasyon, jinûvehînbûn, koç û encamên wê raberî me dike.
Xebatên Mehmet Emir li pêşangehên li London, New York, Stenbol û Wiyenayê hatine nîşandan.

A photo book about Emir's work has just been published at Verlag Bibliothek der Provinz (in German).
FOTO
© Mehmet Emir. Hemû maf parastî ne.
ZOZAN li ser du berhevokên wêneyan ên berfireh ên Mehmet Emîr û Werner Finke hatiye çêkirin.