ZOZAN –Nêzîkbûna ber bi bizavbariyê bi dokumentkirin, midaxeleyên hunerî, lêkolînên bingeh-hunerî û (jinûve)pêşkêşkirinan.
ZOZAN [sᴐsa:n]têgeheke kurdî ye di maneya mêrga havînê de. Tişta ‘Zozan’ îfade dike, jiyanakevneşopî ya xwedîkirina heywanan e li mêrgên havînê, jiyaneke seyar û jiyaneke bi nisbetazad e. Ev têgeh wek nav jî tê emilandin û îşaretî dîmenên rengîn ên çiyayê kurdan dike.
Projeya ZOZAN sê qadên tematîk tîne ba hev: bizavdariya kurdan a borî û ya niha, hilberîn û temsîliyeta hunerî ya kurdan li mekanên neteweborî.
ZOZAN, xalên wê yên destpêkê du dokumentasyonên berfireh ên multimedia yên civakakurdan e ku di navbera salên 1968 û 2015an de hatine afirandin. Koleksiyona Werner Finke û Koleksiyona Mehmet Emir dokumantasyonên yekta yên jiyana kurdan a rojane ne. Awayêjiyana kevneşopî û veguherînên civakî-aborî didin xuyakirin.
Di projeyê de, boçûneke navendî organîzekirina midaxeleyên hunerî ye li ser bingeha du koleksiyonên berfireh. Ev midaxele wê têkevin şiklê kargehan ligel hunermendên (ne-)kurd û beşdarên neqandî ji saziyên cûrbicûr ên kurdî û ewropî. Bi vî awayî, pêvajoyên têra xwe herkoyî yên nasname, bizavbarî û bîranînan dikare bê zevtkirin û babetên mîna jiyana berê, mîrata çandî û zehmetiyên niha yên globalîzasyonê dikare bên nîqaşkirin.
Bi vê çendê, ZOZAN lekolîna bingeh-huner, pratîka hunerî û boçûnên civakî yên antropolojîkbi ser hev vedike da ku şêweyên kevneşopî û modern ên koçkirina di civaka kurdan de dokument bike, analîz bike û (jinûve) temsîl bike. Girêdanên ji sînorên neteweyî wêdetir jî bi vî awayî wê bên xuyakirin.
Hilberîna berhemên hunerî û medyaya dîtbar her diçe zêdetir roleke girîng dilizê di meseleyên(pir) aidiyet(ên) û xebitîna bîrê li mekanên neteweborî. ZOZAN li ser van pirsan disekine: Gelo hunera dîtbar dikare dînamîka xebitîna bîr û nasnameyê zevt bike? Çi ye rola hunerê di sazkirina bîr û vebêjên dîrokî de? Gelo hilberîna hunerî çawa dikare derbas bike sînorên etnîkû neteweyî, û piran ava bike? Dikare çi be girîngiya hilberîna hunerî di avakirina hevparî û bihevrebûnên di civakên dêmanî de?
Armanca midaxeleyên hunerî pêşvebirina şêweyên nû yên temsîliyetê ye ligel beşdaran. Tevîkoleksiyonên multimedia yên Werner Finke û Mehmet Emir, rûbirûbûnên demên niha yên bi mîrata çandî, nasname û şêweyên bîrê re jî wê li ser bên sekinîn.
Encamên van midaxeleyanwê bi pêşkêşkirinên takekesî û di dawiyê de jî wek pêşangeheke giştî bên nîşandan. Tevî van, rêzeke weşanan, malpêrek û filmek jî wê bê hilberandin.
Desteya projeyê:
ZOZAN li Înstîtuya Antropolojiya Civakî ya Akademiya Zanistan a Awistiryayêli Wiyenayê hat birêvebirin.
Serperişta Projeyê
Dr. Maria Six-Hohenbalken
Kom
Maria Six-Hohenbalken (serperişta projeyê), Mehmet Emir, Eva Kolm, Eva Stockinger, ligelpiştgiriya Eszter Ágota Hárs û Marina Stoilova, hunermendên neqandî, zanyarên din û lijneyeke şêwirmediya zanistî ya nav-disiplînî.
Hunermendên hevkarî
Savaş Boyraz, Songül Boyraz, Ezgi Erol, Thomas Freiler, Melis Kaya, Duygu Örs, Lisl Ponger, Dara Rasoul (Daro) û Rojda Tuğrul
Demajok
06\2021 - 05\2025
Finansekirin
FWF PEEK project AR 682


