Zozan
Werner Finke (1942-2002) ji Perchtoldsdorfa nêzîkî Wiyenayê hatiye herêmên kurdan ên li Tirkiyeyê û li dor sî salan geriyaye. Yek ji berfirehtirîn koleksiyona etnografîk a materyalênçanda kurdî ya dinyayê çêkiriye (niha li Wiyenayê Weltmuseumê ye). Koleksiyona wî yamultimedia ku piştî mirina wî ya ji nişka ve hat teslîmkirin bo Înstîtuya Antropolojiya Civakî (ÖAW), li dor 30,000 slayt û wêneyan, film û dokumentên deng ên 8mm û 16mm ku hetaniha pir kêm hatine weşandin, dihewîne.
Ji 1967an vir ve, Finke çûye gundên kurdan, bi eşîran re çûye zozanan û destkariyên wan dokument kiriye. Hewesa wî ya ji bo gerên etnografîk û koleksiyona yekta elaqeya wî ya boderdora xwezayî, çandiniya kevneşopî, xwedîkirina heywên, zinaet û jiyana gundan nîşandide û dide xuyakirin bê ev çawa guherîne.
Li herêmên kurdan ên li Tirkiyeyê şerê bi dehan salan kir ku awayên hilberîna kevneşopî bênterikandin (mîna karên li deverên çiyayî) û koç bikin. Ji bo gelekan, koça bo bajarên mezin ênli herêma xwe an bajarên mezintir ên Tirkiyeyê ne sînorê dawî bû. Koça bo welatên din, piranî Ewropaya Rojava, û têkiliyên neteweborî yên bi warê xwe re rê xweş kir li berpêvajoyên mezin ên veguherîna li van herêman.
Ew ahaliyê ku Finke jiyana wan dokument kiriye, nifşên di pey wan re aniha li bajarên mezinên Tirkiyeyê û li seranserî Ewropayê belav bûne. Civata wan vêga li mekanên sîber in; bi riyamalpêrên eşîrî û medyaya civakî bi hev re têkiliyê de ne.

Vêne

CC BY-NC-ND 4.0 ISA ÖAW, Photo: Werner Finke

Projeya ZOZAN li ser du berhevokên wêneyan ên Mehmet Emîr û Werner Finke hatiye avakirin.