Zozan

ZOZAN projeyeke navdisiplînî ye li Înstîtuya Antropolojiya Civakî ya Akademiya Zanistan a Awistiryayê. Antropolojiya dîtbar, pratîka hunerî û lêkolîna huner-bingeh bi ser hev vedike da ku şêwazên nerîtî û modern ên koçberiya civakên kurd bike belge, analîz bike û wan (jinûve) pêşkeş bike. Proje xwe dispêre du koleksiyonên pirmedyayî. Bi riya kargehên bi serkêşiya hunermendan, şêwazên cihêreng ên pêşkêşkirinê hatin peydakirin. Em dixwazin, bi riya vê malpêrê, du koleksiyonên Mehmet Emir û Werner Finke pêşkêş bikin û kûrbîniyekê bidin lêkolîna xwe ya hunerî û zanistî. Em li benda nêrînên we ne!